Serkomarê Amerîkayê bi dana fermanekê, givaşa herî zêde bo ser rêjîma îslamiya Îranê wajo kir û ragihand hekî rêjîma Îranê hewla terorkirina wî bide, dê vê rêjîmê ji nav bibe.
Serkomarê Amerîka “Donald Trump” bi dana fermanekê, biryara givaşa herî zêde bo ser rêjîma Îslamiya Îranê wajo kir û ragihand ku mafê me ye em rêgirî ji firotina nefta Îranê bi welatên din bikin.
Donald Trump ew yeka jî ragihandiye ku egera gotûbêj digel serkomarê rêjîma Îranê heye lê bi tekezî got ku em bi ti awayek rê bi rêjîma Îranê nadin ku bikare çeka navkî berhem bîne.
Herwisa navbirî li derheq biryara givaşa herî zêde bo ser rêjîma Îranê de da zanîn ku hivêdarim em bikarin digel rêjîma Îranê bigihîjne encamekê û neçar bi givaşa herî zêde bo ser vê rêjîmê nebin.
Donald Trump li axafitinê xwe de ragihand ku bi şêwirkarên xwe ferman daye ku hekî rêjîma Îranê bixwaze wî teror bike, bi pêka rêkarên ku min bi wan şêwirkaran dane, em dê rêjîma Îranê bi aywek ji nav bibin ku ti ji vê rêjîmê nemîne.
Ew gefxwarina Donal Trump huşdariyek gelek micid bo rêjîma Îranê ye ku dirûşma nemana Amerîkayê dide û Elî Xamineyî ji li dawî axaftinên xwe de ew diruşm da.
Berpirsên rêjîma Îranê piştî hatineserkar a Donald Trump wek Serkomarê Amerîkayê rastî givaşên gelek zêde hatine ku li axaftinên cuda û hinek car dijhev ên berpirsên rêjîmê li derheq berteka rêjîmê bi biryar û helwîstên Amerîkayê, bi eşkere ew tirs û givaş, tê dîtin.