Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê de ji 85 hezar Tumenî derbas bû

11:22 - 6 Şibat 2025

Piştî axaftinên Donald Trump li derheq rêjîma Îranê û wajokirina fermana givaşa herî zêde bo ser rêjîma Îranê, nirxa Dolar li Îranê de ji 85 hezar Tumenî derbas bû.

Pêka dawî raporên aborî, nirxa Dolar li bazara Têhranê de heta 85 hezar û 850 Tumen û nirxa EURO heta 89 hezar û 100 Tumen, bilind bûye û bilindbûna nirxa Dolar û EURO, piştî axaftinên Donald Trump li derheq rêjîma Îranê û wajokirina fermana givaşa herî zêde bo ser rêjîma Îranê bû.

bilindbûna nirxa Dolar gihîştiye bilindtirîn asta xwe û bi vê pêkê nirxa hewcehiyan li Îranê de ku ji aliyê delalan ve tê diyarîkirin, bilintir dibe.

Tevî ku rêjîma Îranê bilindbûna nirxan bi dorpêpçên aborî ve girê dide lê gelek ji hewcehiyên xelkê li Îranê li lîstê dorpêçên aborî yên bo ser rêjîma Îranê de nînin lê delalên bazaran bo qazanca zêdetir ku berpirsên rêjîmê jî hevkarên wan in, li dema bilindbûna nirxa Dolar de nirxa hewcehiyan, bilintir dikin.