
Serkomarê Firansê ragihand ku girîngiyek taybet bi parastina mafê mirov ên pêkhateyan li Îraq û Sûriyê de dide û piştevaniyê li mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de dike.
Serkomarê Firansê “Emanoêl Makron” ragihand ku girîngiyek taybet bi parastina mafê mirov ên pêkhateyan li Îraq û Sûriyê de dide û bi taybet piştevaniyê ji mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de dike, ew yeka li halekê de ye ku heta niha desthilatdarên Sûriyê li derheq mafê rewa yê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de bêdeng mane û îtiraf bi mafê netewiyê Kurd li vê beşa Kurdistanê de nekirine.
Xelk û hêzên Rojavayê Kurdistanê tevî hemû nirxên giran ku bo parastina xwe dane, şikesteke herifîner li DAÎŞê dan ku bi îtirafkirina hemû welatên xwedîhêz ên cîhanê, bi nûneratî ji xelk û welatên cîhanê, li hember DAÎŞê sekinî û heta jinavbirina vê nerawestan û niha jî vê yekê berdewam dikin.
Xelk û hêzên Rojavayê Kurdistanê tevî ragihandina vê yekê ku bi ti awayek çeka berevanîkirin ji xwe nadanên, daxwaza sîstemeke ferderal bo parastina mafên xwe yên netewî dikin ku heta niha ji aliyê dewleta Sûriyê ve bê bersiv maye.