
Yekimîn civîna Kumîta Navendî a hilbijartî li Kongira 17 ê a Hizba Dêmokrat ku nav jê kongira Yêkgirtina Dêmokratan bû, roja Pêncşemiyê 6 ê Şibata 2025 an bi beşdariya endamên eslî û cêgirên Kumîta Navendî hat lidarxistin. Destûra karê vê civînê, hilbijartina Sikirtêrê Giştiyê Hizbê, hilsengandina kar û barê Kongirê diyarîkirina karên girîng û hewceye Kumîta Navendiya nû li xwe girtibû.
Li para yekim a civînê de rêzdar Mistefa Hicrî bi tebayîya dengên endamên Kumîta Navendî weke Sikirtêrê Giştî ê Hizbê hate hilbijartin. Kak Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li yekemîn gotara xwe a piştî hilbijartina xwe de, bi hilkevta dawîpêhatina serkevtiyane a kongirê, pîrozbahî pêşkêşî endamên Hizbê û tev xelkê Kurdistanê kir û rêz û pêzanîna xwe û rêberiya Hizbê bo wan rêzdaran anî ziman ku gelek bi dilsozî û nevestane ji bona lidarxistina serkevtiyane a Kongirê, erk kêşabûne ustiyê xwe.
Herwisa sipasiya Endamên rêberiya berê a Hizbê kir ku li heyamê berpirsayetiya xwe de , nevestane ji bona bi cî gihandina erkên hizbiye xwe û ji hemiyê girîngtir bo girtina Kongirê bi hemî şiyana xwe cehd kirin.
Li parekî din a karê Pilênoma Kumîta Navendî de, Kumîta Navendî tevî pîrozbahî kirin li tev Endam, alîgir û hogir û piştîvanên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, ragihand ku li jêr tîrêja rênimayî yên biryar û raspartiyên Kongira Yêkgirtina Dêmokratan, û bi ilham vergirtin ji navê Kongirê, li pêxema bidestveanîna armancên diyarîkirî, ji xebat û têkoşîna Hizbî û ji bona pêşxistina tevgêra siyasî a Kurd li Rojhilatê kurdistanê bi rijdî bixebitin.
Bo vê armancê jî tevî tekezî li ser hindî zêdetir bihêzkirina yêkitiya nava refên Hizbê û berçavgirtina hemî şiyan û zerfiyetên nava Hizbê, bi giringîdan bi hewcehiya yêkitiya hêzên siyasiye Rojhilatê Kurdistanê û berdevamiya xebatê bo geheştina bi vê armancê, li serhev xistina hêza xebatkarên Rojhilatê Kurdistanê li pêxema xebata hemî aliyane a netewî li hember rêjîma komara Îslamî de dê bike ewlewiyeta kar û bernama karê xwe.
Kumîta Navendî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana îranê
6 ê Şibata 2025 a Zayînî