![](/content/upload/1/news/77596_w920.jpg)
Peyama pîrozbahiya Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk, bo Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Rêzdar Mistefa Hicrî.
Em bi dilxweşî jê agahdar bûn ku 17mîn Kongreya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (Kongreya Yekgirtina Demokratan), bi awayekî serkeftî li dar ketîye.
Yekgirtina herdu alîyên Hizba Demokrat û pêkanîna kongreya 17mîn, di doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê de destkeftineke neteweyî û niştimanî ye.
Yekgirtina herdu alîyên Hizba Demokrat, ji bo hemû kurdistanîyên li her perçeyên Kurdistanê, di meşa yekgirtina partî û alîyên wek hev û nêzî hev de nimûneyeke hêja û hêvîdar e.
Em hemû rêvebir û endamên HDK Îranê û nûnerên Kongreya 17mîn ji ber vê gava wan ya giranbiha pîroz dikin.
Ez li ser navê xwe û navê hemû endam û rêvbirên partîya me, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji bo hilbijartina we weke Sekreterê Giştî yê HDK Îranê, cenabê we pîroz dikim.
Ji cenabê we û ji hemû rêvebirîya nû ya ku di kongreyê de hatîye hilbijartin û ji hemû endam û têkoşerên HDK Îranê re serfirazî û serkeftinê dixwazim.
Li gel rêz û silavên xwe yên birayane.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)