![](/content/upload/1/news/77594_w920.jpg)
Li gorî Raporan, utûbusek ku hilgirê endamên tîma Watirpoloya keçên Urmiyê bû, roja Înê 19ê Rêbendanê liser rêya Dîlcan-Îsfehan wergeriye û bi vê sedemê du kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûn, endamên tîma Watirpolo ya keçên Urmiyê bi mebesta beşdarîkirin li kêberkêya qehremaniya seranserî a Îranê ber bi Îsfehanê ve çone.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, du qurbaniyên bûyerê du sernişînên mêr bûne, û endamên tîma Watirpolo ya keşan nebûne lê heya niha nasnameya wan du sernişînan nehatiye ragehandin, herwisa hatiye ragehandin ku hejmarek li endamên tîmê tûşê şikestin û birîndarbûnê hatine.
Hêjayê gotinê ye ku ev bûyer rojek piştî wergerîna utûbusa keçên xwendekar li bajarê Kirmanê bû ku 6 kesan di vê bûyerê de canê xwe ji dest da.
Sedema sereke li bûyerên hatinûçûnê di Îranê de nebûna maşîna sitandar û rêyên ne sitandar in.
Her di vê derheqê de li bajarê Qesrê Şîrînê de jî bi sedeme bûyereke hatinûçonê, 3 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne
Ev bûyerane salane di Îranê de dibne sedema canjidestdana hejmareke zêde li hevwelatiyan û li gorî gotina Ebas Mescdî serokê rêkxirava pizîşkiya dadê a Îranê, li sala derbasbûyî de pitir ji 20 Hezar kesan bi sedema bûyerên hatinûçonê canê xwe ji dest dane.