![](/content/upload/1/news/77602_w920.jpg)
Biryan rêzdar, di Partiya demokrat a Kurdistana Îranê de
Silav û rêz
Bi hilkefta bi dawîhatina karên Kongireya 17e mîn ya dibin navnîşana (Kongireya Yekgirtina Dêmokratan) ya Partiya weyî têkoşer, Em bi navê Sekreterê Partiya me- Partiya demokrat a Kurd li Sûriyê ( Partî) Nisrisîn Îbrahîm, û serkirdayetî û endam û alîgirên Partiya me li we pîroz dikin.
Omîdewar in ku biryarên we stendine di xizmeta gelê me ê têkoşer li Rojhilatê Kurdistanê de be.
Herwiha Hêvî û omîda me ye ku têkiliyên birayane di nav bera Partiya we ya têkoşer û partiya me de berdewam û geştir bibe.
Dûbare em vê helkeftê li we pîroz dikin.
Her serkeftî bin
Bi hivya misogerkirina mafê gelê Kurd li Rojhilatî Kurdistan
Qamişlo 6-2-2025
Komîteya Navendî ya
Partiya demokrat a Kurd li Sûriyê ( Partî )