![](/content/upload/1/news/77603_w920.jpg)
Amerêkayê toreke navnetewî ya hêsankarîkirin bo veguhastina milyonan bermîl nefta Îranê bo Çênê ku sedan milyon Dolar nirxa vê bûye, xiste nava lîstê dorpêçên nû bo ser rêjîma Îranê.
Roja Pêncşemî 18ê Rêbendanê, Ofîsa Kontrola Darayiyên Derve ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê(OFAC) bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku nefta Îranê bi nûneratî ji sitada giştî ya hêzên çekdar ên rêjîmê û şirketa “Sipêhr Ênêrjiyê Cehan Nimayê Pars” bo Çînê tê şandin.
Pêka vê daxuyaniyê rêjîma Îranê bi rêya firotina neftê, salne bi milyardan Dolar alîkariya malî li kiryarên alozker ên deverê û piştevanîkirin li girûpên terorîstî ên wek “Hemas, Hizbullah û Hûsiyan” xerc dike û stada hêzên çekdar ên rêjîma Îranê bi rêya tor û karbidestên xwe yên cihgîr li derveyî Îranê derfetê bo firotin û hinardekirina neftê çê dikin.
Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê “Skat Bêsênt” li vê derheqê de ragihand ku rêjîma Îranê tevî bikaranîna dahata neftê li dabînkirina malî bo bernameya navkî û mûşekî û dironiya xwe, piştevaniyê li milîsên ser bi rêjîmê li deverê de dike.
Neftkêşa Sîrî anku Niyo praym a rêjîmê, Areş Lawiyan, Cimşîd Îshaqî, 3 tayên şirketa Sipêhr Ênerjî, Ferşad Qazî, Ferbod Muhsinî Eherî, Mihemedelî Riyazî û çend kes û gemiyên biyanî û şirketên cihgîr li Hind, Hong Kong, Çîn Qezaqistan û dorgeyên Sîşêlê, xistine nav wî lîstê nû yê dorpêçan.