Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derbeke din bi rêjîma Îranê

12:13 - 8 Şibat 2025

Amerîkayê ragihandiye ku nabe Hizbullah li Lubnanê de ti desthilatek li dewleta nû ya Lubnanê de hebe û ew bi hêla sor bo Amerîkayê binav kiriye.

Roja Înê 19ê Rêbendqanê, “Morgan Ortêgas” a Cihgira şanda Teybet a Amerîka bo Rojhilata Navîn, piştî hevdîtin digel “Cozêf Ewin” ê Serkomarê Lubnanê, bi tekezî daxwaz kir ku nabe Hizbullah û hevpeymanên vê, li dewleta nû ya Lubnanê de ti rolek hebin.

Herwisa “Morgan Ortêgas”ê ragihand ku Amerîkayê hêleke sor a eşkere heye û ew nebûna Hizbullah li dewleta nû ya Lubnanê de ye.

Herwisa navbirî destxweşî li “Noaf Selam” kir ku dixwaze dewletek bê nûnerên Hizbullahê ava bike.

Tevî ku rêberatiya berê ya Hizbullahê bi tevahî ji nav çone û pitira herî zêde ya cebilxane û jêrxanên aborî û serbazî yên Hizbullahê jinav çone, derfetnedan bi Hizbullahê li desthilata nû ya Lubnanê, şikesteke mezin û herifînber û bo Hizbullahê û bi taybet bo rêjîma Îranê ye.