
Li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê, vê carê çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sinê hate binçavkirin.
Roija Pêncşemî 18ê Befranbarê, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Sinê de, çalakvanekî medenî yê xelkê wî bajarê yê bi navê “Qanê`i Xatirî” bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî, binçav kirine.
Pêka rapora Kurdpayê, ew çalakvanê medenî pêştir jî hatibû girtin û herwisa li roja Pêncşemî 27ê Befranbara 1403 de jî bo îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Sinê, hatibû banghêjkirin ku piştî çendîn demjimêr lêpirsînan hatibû azadkirin.
Heyameke zêde ye ku hêzên îtilaata rêjîmê bi awayekî xoserane û neyasayî, welatiyên Kurd li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de binçav dikin ku qedera pitira wan heta niha jî nexuya ye.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî nehatiye zanîn.