
Kolberekî xelkê bajarê Kamiyaranê ji aliyê hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Merîvanê bû armanca rasterast a gulleyan û hate kuştin.
Pêka rapora “Kolber News”ê şeva 8ê Rêbendanê, kolberekî temen 21 salî yê xelkê gundê “Zêwiye” ser bi bajarê kamiyaranê yê bi navê “Mehyar Seferî” li sînorê “Hencîran”ê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên sînorî yên “henga merzî” ya rêjîmê ve, bi çeka kilaşînkofê û bi awayê rasterast teqe li wî kirine û ew kuştine.
Pêka vê raporê, termê wî kolberî piştî 3 rojan ji kuştina wî hatiye peydakirin.
Hêzên dije mirov ên henga sînorî piştî teqekirin li wî kolberê ciwan, ew bi cî hiştine û piştî derbasbûna 3 rojan termê wî hatiye peydakirin.
Pêka amarên “Kolber News”ê li sala 2024 a Zayînî de li deverên sînorî, rêyên li navbera parêzgehên “Urmiye, Sine û Kirmaşan”ê, bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê, renî û sir û seqemê, ketin bi ser mîn, veresiyan ji bilindahiyan û bûyerên din, 59 kolber hatine kuştin û 286 kolber jî hatine birîndarkirin.
Pêka vê amarê %75 a wan kuştî û birîndaran bi teqeya rasterast bûye û ji vê amarê 22 kolber anku %6 temenê wan jêr 18 salî bûye.