Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat şand

10:28 - 9 Şibat 2025

Bi hilkefta birêveçona serkevtiyane ya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat şand.

Deqa peyamê wiha ye:

(Peyama Pîrozbahiyê)

Birayê berêz: Mustefa Hicrî (Sekretêrê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê).

Berêzan endamên rêberiya partiya bira..

Silav û rêz: slav

Bi dilxweşî me bihîst ku we kongireyê partiya xwe ya xebatkar (Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê), yê (17)’mîn, di bin navnîşana (Kongireya Yekgirtina Dêmokratan), di van rojên dawî de bi serkeftî lidar xistiye, û ev yek bixwe jî ciyê di dilxweşiya hemî endamên partiya me û alîgirên wê bû, ku we karî bû herdû aliyên partiya xwe yekbixin di vê qonaxa giring û çarenûsaz de ku navçe bi giştî û kurdistan bi taybet têre derbas dibe, û we hêviyên dujminê miletê kurd jî bi vê gava pîroz pûç û beravêtî  kirin, û we karî bû bi vê hevgirtina xwe nimûneyeke hêja pêşkêşî miletê kurd bikin.

Di dawî de, bi navê Mekteba Siyasî ya partiya xwe, em bi dilgermî kak Mustefa Hicrî pîroz dikin ku careke din baweriya kongirê (17)’mîn sitand û bû sekretêrê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, her wisa em serkirdayetiya nû jî pîroz dikin, û hêviya serkeftinê ji xebat û têkoşîna wan re di xwazin.

Bi vê boneya pîroz em tekeze dikin li ser parastin van pêwendiyên dîrokî di navbera herdû partiyên me yên bira de, û em ji aliyê xwe ve soz didin ku van pêwendiyan kurtir bikin û bi pêşde bibin.

Her serkeftî û serfiraz bin..

Qamişlo: 8.2.2025(20ê Rêbendana 1403 a Rojî)

Mekteba Siyasî

ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya