
Bi hilkefta birêveçona serkevtiyane ya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Şepêla Pêşeroja Kurdisarana Sûriyê, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama Pîrozbahî
Birayê hêja, Mihemed Mustafa Hicrî, Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê
Birayên Endamên Komîteya Navendî ya Partî
Şepêla Pêşeroja Kurdisarana Sûriyê germtirîn pîrozbahiyên xwe yên pêşkêşî we û bi rêya we hemû kadro û endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya biratî dike bi helkefta serkeftina bi heybet a kongirê we yê 17mîn (Kongorê Yekbûna Demokratan), ku qonaxeke dîrokî ya girîng di riya têkoşîna gelê me yê neteweyî û demokratîk de pêk anî.
Lidarxistina kongirê we di vê qonaxa hestiyar de û biryar û pêşniyarên girîng ên ku hatine dayîn, îradeya tund a partiya we ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û bihêzkirina yekrêziya refên siyasî yên demokratîk, ji bo bidestxistina daxwazên gelê me yên ji bo azadî û rizgariya ji her cure zext û zordariyê nîşan dide. .
Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê xebatên we yên mezin di yekxistina rêzan û avakirina pirensîpên demokrasiyê de bi nirx dinirxîne, û piştgirî û hevgirtina xwe bi we re di vê têkoşînê de teqez dike û li kêleka we ye ji bo bidestxistina armancên neteweyî û niştimanî yên gelê me li rojhilatê Kurdistanê.
Em bi vê serkeftina mezin pîrozbahiyê li we dikin û em hêvîdar in ku kongirê we bibe gaveke bingehîn ji bo bidestxistina eniyeke berfireh a Kurdistanî li rojhilatê Kurdistanê ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir ji bo gelê me, di çarçoveya têkoşîneke siyasî ya rewa ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa.
Bijî têkoşîna gelê me yê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê
Şepêla Pêşeroja Kurdisarana Sûriyê
Desteya Cîbicîkirin
Qamuşlo 8 Sibata 2025(20ê Rêbendana 1403 a Rojî)