Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‌Hizba Belûçistan Racî Tipakî Gel, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat şand

12:29 - 9 Şibat 2025

Bi hilkefta birêveçona serkevtiyane ya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, ‌Hizba Hizba Belûçistan Racî Tipakî Gel a Belûçistanê, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyma pîrozbahiyê,

Bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranêizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Tevî silav û rêz,

Bêguman tevgera netewî û niştimaniya Kurdistanê bi pêşengiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, her tim cihê şanaziya gelê Kurd û azadîxwazên Kurdistanê bûye û hezaran şehîdên qehreman û rêberên wek “Pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sedir Qazî, Şêrzad, Farûqî û dehan û sedan şoreşvanên din ên wek “Dr. Qasimlo”yê nemir û …, cihê şanazîkirina gelê Kurd û şemala hertim ronahiya doza dadperwerî û nasyonalîzma Kurdistanê ne. 2ê rêbendana 1324 li rastiyê de yek ji rûpelên herî zêrîn ên dîroka berxwedana gelan li dijî zordarî û jinavbirîna sitema netewî li Kurdistanê ye. Ev tevgera, hertim rênîşanderê wan nivşên şoreşvanên doza azadî, cigîrkirina dadperwerî û çalakvanên bextewerî bo Kurdistan û gelên din bûye.

Em li vê derheqê de birêveçon a serkevtiyaneya 17emîn Kongireya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku tevî hemû gef û givaşên rêjîma Îranê bi rê ve ço, bi germî pîrozbahiyê li we hevrê û pêşmergeyên yekgirtî li Hizba Dêmokrat dikin. Ev serkevtin, nîşanderê îradeya qahîm, hevgirtin û pêbendiya we bi armancên xelkê Kurdistanê li doza azadî, dadperwerî û mafên dêmokratîk e.

Herwisa em hilbijartina rêzdar “Mistefa Hicrî” wek Sekreterê Hizba Dêmokrat û rêzdar “Xalid Ezîzî”, wek berdevkê vê Hizbê pîroz dikin, bêguman rêberatiya bi hişmedî ya Hizbê, pêngaveke bi bandor li bihêzkirina serîhildanê bo bidestveanîna mafên gelê Kurd û  paşerojeke rohntir bo Kurdistanê be.

Em hivî dikin li vê doza tejî şanazî de bi vê yekîtiyê û berxwedanê, destkevtên mezintir bi dest xwe ve bînin.

 Tevî rêz

Mohiyem Belûç-Serxoş

Sekreterê Giştî yê Hizba Belûçistan Racî Tipakî Gel

17ê Rêbendana 1403 a Rojî