Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 487an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

19:17 - 9 Şibat 2025

Hejmara 487an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

 

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt Rûpela 1- Daxûyaniya Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta birêveçona Kongireya 17 emîn a vê Hizbê.

Rûpela 2- gotara – Doma Daxûyaniya Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta birêveçona Kongireya 17 emîn a vê Hizbê.

Herwisa li rûpela 2 yê de, daxûyaniya Kumîta Navendî hatiye weşandin li jêr nave: Yekimîn Pilênoma Kumîta Navendî a hilbijartî li Kongira 17 ê a Hizba Dêmokrat anku “Kongira Yêkgirtina Dêmokratan” birêve ço

Rûpela 3- gotara - Pêwîstiya Stratejîk a Piştgiriya Serweriya Siyasî ya Gelê Kurd, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpelên 4- gotara - Fakter, qonaxên giştî û astengên li ser rêya avakirina Dewlet-Netewe, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêra Bêhzad Simko.

Rûpelên 5- gotara - Komara Kurdistanê û bandora wê li ser ji nû ve avakirina civaka şoreşger, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 6- gotara - Giringiya yekrêziya kurdan bo Gelê kurd û paşeroja Sûriyê, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.

Rûpela 7- gotara - Avakera Komara Kurdistanê 17’emîn kongireya xwe lidar xist, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - Gotûbêja li ser danasîna çar kitêbên dawî ji berhem û nivîsa Seîd Veroj 4. Elî Îlmî Fanî (Fanîzade)

Rûpela 9 – gotara - Kurd bo bisilmanên din çawa qencî û pakiyê dixwazin divê bo xwe jî bixwazibin, ji nivîsa Kofîxwar.

Rûpela 10- gotara - Patron û Îsamîbûn, ji nivîsa Vênûs Fayêq û wergêra Hesen Mukerem.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr dirûşma “ Gelê Kurd di çeperê Pêşmerge de ye heya hildana Ala Komara Kurdistanê” ku temsîla 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê dike. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.