
Bi hilkefta birêveçona serkevtiyane ya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
(Peyama Pîrozbahiyê)
Birayê berêz: Mistefa Hicrî (Sekretêrê giştî yê Hizba Dêmokrat a kurdistana Îranê).
Berêzan endamên rêberiya partiya bira..
Silav û rêz:
Bi dilxweşî me bihîst ku we kongireyê partiya xwe ya xebatkar (Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê), ya (17)’mîn, di bin navnîşana (Kongeryê Yekgirtina Dêmokratkan), di van rojên dawî de bi serkeftî li darxistiye, û ev yek bixwe jî ciyê dilxweşiya hemî endamên partiya me û alîgirên wê bû, ku we karî bû herdû aliyên partiya xwe yekbixin di vê qonaxa giring û çarenûsaz de ku navçe bi giştî û kurdistan bi taybet têre derbas dibe, û we hêviyên dujminê miletê kurd jî bi vê gava pîroz pûç û beravêtî kirin, û we karî bû bi vê hevgirtina xwe nimûneyeke hêja pêşkêşî miletê kurd bikin.
Di dawî de, bi navê Mekteba Siyasî ya partiya xwe, em bi dilgermî kak Mustefa Hicrî pîroz dikin ku careke din baweriya kongirê (17)’mîn sitand û bû sekretêrê giştî yê Hizba Dêmokrat a kurdistna Îranê, her wisa em serkirdayetiya nû jî pîroz dikin, û hêviya serkeftinê ji xebat û têkoşîna wan re di xwazin.
Bi vê boneya pîroz em tekezê dikin li ser parastina van pêwendiyên dîrokî di navbera herdû partiyên me yên bira de, û em ji aliyê xwe ve soz didin ku van pêwendiyan kurtir bikin û bi pêşde bibin.
Her serkeftî û serfiraz bin..
Qamişlo: 8.2.2025
Mekteba Siyasî
Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurdî li Sûriya