Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat hinart

10:54 - 10 Şibat 2025

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi hilkefta dawîpêhatina Kongireya 17ê a Hizba Dêmokrat, peyamekî pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat re şandiye.

Deqa peyamê wihaye:

PÎROZBAHÎ

Rêzdar Kek Mustafa Hicrî, Serokê Giştî yê Hîzba Demokrat a Kurdistan İran (HDKİ)

Me bihîst ku Kongreya 17 a Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serkfetî birêve çûye.

Em bi vê yekê gelek kêfxweş bûn.

Geşedanên ku li herêmê û Kurdistanê diqewimin girîngîya 17 emîn Kongreya HDKÎ zêdetir dike.

Herwisa em jiber hilbijartina we wek Serokê Giştî yê HDKÎ cenabê we û endamên desteya rêvebirîya nû ji dil û can pîroz dikin. 

Ez li ser navê hemî endam û rêvebirên Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)  jibo we serkeftinê dixwazim.

Li gel slavên birayane.

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

09.02.2025