
Sekreterê Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê bi hilkefta dawîpêhatina serkevtiyane ya Kongireya 17 ya Hizba Dêmokrat, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat şand.
Deqa peyamê wihaye:
Bo rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Silavek gerim,
Bi hilkefta serkevtina 17emîn Kongireya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê “Kongireya Yekgirtina Dêmokratan” û hilbijartina te yê rêzdar bi Sekreteriya Giştî, ji aliyê Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê ve gerimtirîn pîrozbahiyên xwe bo we û endamên Komîteya Navedî ya hilbijartiya Kongirê dikin. Hivî dikin ku biryar û pêspartiyên Kongireya we li vê qonaxa girîng û hestiyar de, hander be bo pêşveçona xebat û bidestveanîna maf û azadiyên netewî yên gelê Kurd û vekhevî li navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê.
Careke din serkevtina Kongireya we pîroz dikin
Belên Ebdulla
Sekreterê Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê
21ê Rêbendana 1403 a Rojî