Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya xûşka rêzdar Mistefa Hicrî

10:47 - 1 Şibat 2025

Roja Înê 12ê Rêbendanê, xatûn Asiye Hicrî, li temenê 76 saliyê de bi sedema nexweşiyê li bajarê Nexedê koça dawiyê kir.

Xatûn Asiye xûşka rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û keça xwedêjêrazî rêzdar Mihemedemîn Hicrî û xatûn Helîme Danişpejûh bû.

Termê navbirî piştînîvroya hemen rojê bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.

Navenda Ragehandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide rêzdar Mistefa Hicrî û malbat û xizim û kesûkarên navbirî û xwe bi hevparê xema wan dizane.