Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirs û derevên rayedarên Komara Îslamiya Îranê

12:35 - 10 Şibat 2025

Tirs û derevên rayedarên Komara Îslamiya Îranê

N. Hesen Mukerem

Di heyama salên dervasbûyî de berpirsên payebilind yên Îran û Spaha Pasdaran bi berdewamî li ser ekranên televîzyonan derdiketin gefên jinavbirina Îsraîlê dixwarin û bi berdewamî çiya û bajarên Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekên dûrhavêj bi hinceta hebûna partiyên kurd yên dijî rêjîma Îranê dikirin armanc û bi berdewamî di karûbarên birêveberiya Îraqê de tedaxol dikirin.

Lêbelê piştî êrîşa 7 Octebera 2023an a Hemasê bo ser festîvalekê li Îsraîlê kuştina sedan welatiyên Îsraîlê û hejmarek zêde geştyarên biyanî û bi ixsîrkirina 250 beşdarên festîvalê, Artêşta Îsraîlê jî biryar da ku bi hemû hêza xwe Hemas û Hizbulaha Lubnanê jinav bibe heta karî Îsmaîl Heniye serokê deftera siyasiya Hemasê li Tehranê di nav cergê Spaha Pasdaran de bikuje.

Vê yekê evqas Xaminey rêberê rejîma Îslamiya Îranê û berpirsên Spaha Pasdaran tirsandin ku di nimêja li ser termê Îsmaîl Heniye de bi zelalî diyar bû ku Xaminey çiqas tirsiya ye.

Lê gef û gurên Husêyn Selamî Berpirsê Giştî yê Spaha Pasdaran û yên din berdewam bûn û her di vê navberê de Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir û di êvarekê de Hesen Nesrula serokê Giştî yê Hizbulahê digel 20 endamên sereke yên Hizbulahê û cihgirê operasyûnên Spaha Pasdaran jî hatin kuştin di bersiva van êrîşan de rejîma Îranê du caran bi dron û mûşekan êrîşî ser Îsraîlê kiriye lê tenê kedkarek Filistînî hat kuştin.

Piştî hilweşîna desthilata 50 salî ya Beşar Esed û bavê wî Hafiz Esed li Suriyê, ‏Bêhrûz Êsibatî, yek ji fermandarên payebilind ên Spaha Pasdaran a terorîst a Îranê li Sûriyê, îtraf kir ku Rûsan rê dane Îsraîlê ku di demên krîtîk de bi qutkirina pergalên radarê yên wan bi hêsanî fermandarên Îranî bike armanc. Di hin operasyonên Îsraîlê de li Sûriyê, Cîgirê Spaha Quds Mihemed Riza Zahidî, Berpirsê Piştgiriya Hêza Quds li Sûriyê Seyîd Riza Mûsewî û Cîgirê Îtla`ata Spaha Quds û Sadiq Omîdzade bên kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku hilweşîna desthilata Esed li Sûriyê rayedarên Komara Îslamî gelek tirsand. Ew dizanin ku berevajî Esed, dijminê wan yê sereke xelkên hundirê Îranê ye, ne hêzeke çekdar a biyanî. Niha ev di rahênanên taybet de ne ji bo amade bûna li dijî serhildaneke din ku dibe gef li ser mayîna rejîmê bike mejûlin, Spaha Pasdaran bi berdewamî hêzên serkutker yên xwe rahênan didin.

Rayedarên rejîma Îranê pir bi zelalî dizanin ku  niha dor dora jinavçûna wan e niha piştî derbasbûna 40 û çend salan bi ser desthilata dîktator û hov a Komara Îslamiya Îranê û eşkerebûna gendelî û hovîtiyên rayedaran terorîstperwer bo xelkê û şikestxwarina van li hember êrîşên Îsraîlê çi li naxwey welat û çi li dervey welat, tirisek bêsînor xistiye dilê Xanmey û berpirsên din yên Komara Îslamî û Spaha Pasdaran û tenê gefên vala li Îsraîlê dixwen heta berê ku gefên jinavbirina Îsraîlê dixwarin lê niha ji ber tirsa xwe tenê navê tolhildana Sadiq 3 dixwen ku ev jî her gotinek vala ye.

Nîşanên jinavçûna rejîma Îranê her roj zêde dibin di heyama çend rojên derbasbûy de jî, Marco Rubio Wezîrê pêşniyarî bo psta wezareta Derve ya Amerîkayê ku di nû de hatiye destnîşankirin got ku: Guhertin‏ên mezin wê li Rojhilata Navîn çêbibin. Wî hişyarî da hemû welatan ku bilez mal û milkên xwe ji Îranê derbixin, tiştekî baş ji bo Komara Îslamî ya Îranê û rejîmê nayê hêvîkirin û êdî nikare hebe jî.‏‏

Bi hatina serkar a Dunald Trump Serkomarê nû yê Amerîkayê tirs û xofa Xaminey çend hember bûye, Donald Trump di heyama 100 rojên destpa serkomariya xwe de dixwaze milê aborî ve di heyamek pir kurt de bi qasî bi dorpêçan bo Komara Îslamî bixe tengasiyê ku bixwe bikeve qedeman û hêza hey jî ji dest bide.

Di dawiyê de hewce ye behs bê kirin ku Îsraîl di dawîn êrîşa esmanî ya bo ser binkên leşkerî yên Îranê pergalên berevaniya esmanî ya binkên navikî ku bi teknolojiya S300 a Rûsiya dihatin parastin bi tevahî jinav biribûn.

Rojnama Washinton Post jî di rapora xwe a roja Yekşemî 23ê Befranbarê de weşand û hema bi zelalî îşare bi lawaziya Spaha Pasdaran bo berevanî ji binkên navkî kiriye û nivîsîbû, Îranê bi dixwast bi belavkirina raporên derev li derheq têkçûna hêza berevaniya esmanî ya xwe  amûrên bihêz nîşandan, lê ev amûr kalîteya wan pir kêmtir in yên ku di êrîşa Îsraîlê de hatine rûxandin   herçend rayedarên rejîmê hewl didin xwe bihêz û bêqisor nîşan bidin, lê di kiryar de wisa nine û hemû axavtin manovrên vala ne.