![](/content/upload/1/news/77667_w920.jpg)
Dr. “Şêx Murşîd Xeznewî” serdana nûneratiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê de kir û ji aliyê heyeteke Hizba Dêmokrat ve pêşewazî jê hate kirin.
Piştî nîvro ya roja Yekşemî 21ê Rêbendanê, Dr. “Şêx Murşîd Xeznewî” kesayetiyê xuya û dilsozê netewî ku piştî herîfîna rêjîma Beşar Esed, bi armanca bihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ji Ewropayê ve zivirîbû Rojavayê Kurdistanê, digel hevalên xwe, serdana Nûneratoiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê de kir û ji aliyê heyeta nûneratî ya Hizbê bi serperstiya “Mihemdsalih Qadirî” û Amanc Zêbayî” ve pêşewaziyek gerim li wan hate kirin.
Li vê hevdîtinê de Dr. “Şêx Murşîd Xeznewî”, tevî bilindnirxandina xebata Hizba Dêmokrat û rêberên şehîd “Pêşewa Qazî Mihemed” û “Dr. Qasimlo” bo bidestveanîna mafê Kurd, li hemen demê de rêz li rola bivêrane û pêşengatiya mamostayên welatparêz ên olî li Rojhilatê Kurdistanê de girt ku li çepera berevanî li mafê rewayê Kurd dikin. Wî rêzdarî tevî îşarekirin bi wan mamostayên olî ku mil bi milê çîn û qatên civaka Rojhilatê Kurdistanê li dijî desthilatdariya komara Îslamiya Îranê xebatê dikin, têne girtin û siza bi ser wan de tê sepandin û heta têne bidarvekirin, pêdegirî li ser hewcehiya vekhevî ya hemû pêkhateyên civakê li xebata netewî kir.
Li vê hevdîtinê de şanda Hizbê jî tevî bilindnirxandina rola dilsozane û welatparêziya Dr. “Şêx Murşid Xeznewî” ku li rewşa nû ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de roleke berçav û cihê nirxdanê bo pêkatîna yekîtî û bihevnêzîkirina hizb û aliyan û xelkê Rojavayê Kurdistanê hebûye, piştevaniya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li cehdên wî, ragihandin.
Li vê hevdîtinê de şanda Hizba Dêmokrat, wêneyek a “Pêşewa Qazî Mihemed” pêşkêşî Dr. “Şêx Murşîd Xeznewî Kirin.