Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sepandina sizayên giran û bidarvekirinê bi ser girtiyên şoreşa Jînayê berdewam e

11:17 - 11 Şibat 2025

Li berewamiya sepandina sizayên giran û bidarvekirinê bi ser girtiyên şoreşa “Jîna”yê de vê carê rêjîma Îranê li dadgehên şanoyî de sizaya girtigehê bi ser 2 girtiyan û sizaya bidarvekirinê bi ser girtiyek din de sepand.

Yek ji girtiyên tevgera “Jin jiyan Azadî” yê bi navê “Pêjman Sultanî”, li taya 1 a dadgeha rêjîmê ya taybet a ciwanan li parêpzgeha Urmiyê, li dadgeheke şanoyî de bi tohmeta kuştina bizanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Herwisa ji aliyê vê taya dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta beşdarîkirin li kuştina bizanebûnê de , bi ser  “Rizgar Begzade Babamîrî  15 sal sizaya girtîgehê û Elî Qasimî naskirî bi Soran 10 sal sizaya gurtîgehê” hatiye sepandin.

Herwisa li vê dosyê de welatiyekî din ê bi navê “Kawe Salihî” bi bêtawan hatiye naskirin lê li biryareke din a vê dadgeha rêjîmê û bi tohmeta “muharibe, şandina derman û qaçaxkirina alavên Star link”,dosyeyek din bo wan 4 kesan û welatiyekî din ê bi navê “Cewanmerd Xusrewî, hatiye çêkirin.

Ew welatiyane ku li sala 1401 a rojî de bi awayê xoserane ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve li malên wan de hatine girtinê, li girtîgehên îtilaat a rêjîmê de rastî îşkenceyên gelek dijwar ên hovane û îtirafkirina bi zorê hatine û heta niha, ji mafê parêzer û hevdîtin digel malabta xwe, bêpar bûne.