Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xemsariya berpirsên rêjîmê li bajarê Urmiyê nerzayetiya welatiyan li pey xwe aniye

11:20 - 11 Şibat 2025

Piştî derbasbûpna zêdetir ji 5 rojan ji barîna befrê li deverên wek Biradost û Enzel û çend deverên din ên ser bi bajarê Urmiyê, rêyên hatinûçona wan bi daxistî mane û xelk rastî pirsgirêkan hatiye û nerizayetî nîşan dane.

Xelkê gundên wek Xuşolan, Sofî Kanûn, Çeman, Şikeftik, Zengekan, Dêleder û çendîn gundên din ên devera Soma û biradost û Enzelê, rêyên wan bi sedema barîna befrê ji 5 rojan berî niha ve bi daxistî mane û xelkê nerizayetiya xwe li vê derheqê de dane xuya û reagihandine ku pirsgirêkên gelek micid ên wek gihandina nexweşan bo nexweşxanê û herwisa dabînkirina hewcehiyên rojane û heta xwarinê hatine.

Herwisa wan welatiyan bi rêya torên cîvakî de tevî şermezarkirina xemsariya berpirsên rêjîmê li paqijkirina rê, nerizayetiya xwe li vê derheqê de dane xuya.

Xelk neçar maye li sir û sermayê de bi destên betal û bi alavên destî, cehda paqijkirina rêyên gundên xwe bidin ku bikarin nexweşên xwe bo nexweşxaneyan veguhazin û hewcehiyên jiyana rojaneya xwe dabîn bikin.