Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê Sewlawayê bi sedema reniyê canê xwe ji dest da

12:21 - 11 Şibat 2025

Bi sedema reniyê li sînorê Hewramanê, kolberekî temen 47 salî ku bavê 4 zarokan bûye, canê xwe ji dest da û piştî çendîn demjimêr lipeyketina xelkê, termê wî hate peydakirin .

Pêka raporên belavbûyî, roja Yekşemî 21ê Rêbendana 1403 a rojî, kolberekî xelkê gundê “Derekê” ser bi bajarê Sewlawayê yê bi navê “Emîn Husêynî”, li devera sînorî ya “Jalane” ya Hewramanê, kevte ber reniyê û canê xwe ji dest da û piştî çendîn demjimêran termê wî li jêr befrê hate derxistin.

Pêka wan raporan, xelkê deverê piştî çendîn demjimêr geryan li nav befrê de karîne termê wî kolberî peyda bikin.

“Emîn Husêynî” yê temen 37 salî, bavê 4 zarokan bû ku bo peydakirina pariyek nanê helal canê xwe ji dest da.

Termê wî li roja Duşermî, 22ê Rêbendanê li gundê jidayîkbûna wî de bi axê hatiye spartin.