
Hizba Xelkê Belûçistanê bi hilêkefta birêveçona serkevtiyaneya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku bi navê “Kongireya Yekgirtina Dêmokratn” hatiye navdêrkirin, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat re şand
Li vê peyamê de Hizba Dêmokrat wek yek ji alahilgirê serhildanê bo nehiştina cudatîdanînên netewî û dabînkirina mafê gelê Kurd û netewên din ên li jêr sitemê li Îranê, hatiye navdêrkirin, herwisa pêşîneya 80 saleya vê Hizbê li berxwedan li pêxema mafê netewî û miroviyê gelê Kurd, tekezî li ser hatiye kirin.
Li vê peyamê de tevgera “Jin Jiyan Azadî” wek sembolek ji pêşengiya gelê Kurd li rawestan li hember zordariyê hatiye zanîn û tekezî hatiye kirin ku vê tevgerê, bingeha rêjîma Îranê lerzandiye dikarî bibe sedema herifîna vê lê hinek aliyê paşvero pawanxwaz, rêgirî ji hasilbûna vê armancê kirin.
Herwisa li vê peyamê de tekezî li ser rola xwedîbandor û bingehîn a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li avakirina Kongireya netewên Îrana Federal hatiye kirin û ew navend bi yekîtiyek stratejîk bo nûneratiya gelên derveyî desthilatariya niha daye zanîn, navendek ku dikare li paşeroja Îranê de rola yekalîker li dabînkirina mafê vekhev bo hemû hevwelatiyan hebe.
Li dawiya peyama Hizba Xelkê Belûçistanê de tevî pîrozbahîkirin li birêveçona serkevtiyaneya vê Kongireyê, yad û bîra şehîdên doza azadiya gelê Kurd bi bilind hatiye ragirtin.
Hizba xelkê Belûçistanê rêbendana 1403 a Rojî