Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fakter, qonaxên giştî û astengên li ser rêya avakirina Dewlet-Netewe

01:15 - 12 Şibat 2025

Fakter, qonaxên giştî û astengên li ser rêya avakirina Dewlet-Netewe

N. Bêhzad Qadirî

W. Bêhzad Simko

Pêkanîna welatek bo neteweyekî bê dewlet, proseyeke dijwar û demdirêj e ku hewcehî bi fakterên cur bi cur heye. Ev proseya bi hêsanî nayê pênasekirin û girêdayê bi rewşa taybet a dîrokî, civakî, siyasî û cografî ve heye. Lê em dikarin hinek ji wan fakter û qonaxên giştî li wir gengeşe bikin.

Fakterên karlêker li avakirina Dewlet-netewe:

- Nasnameya netewiya hevpar - hebûna nasnameyek netewî a hevpar li ser bingeha ziman, çand, dîrok, ol a fakterên etnîkî, yek ji girîngtirîna hewcehiyên pêkanîn û avakirina “Dewlet-Netew”ekê ne, ev nasnama netewî, seha bawerî û girêdayîbûna hevpar a kesan bi hev, bihêztir dike û riya yekgirtin û yekîtiya netewî xweş dike.

- Xwest û daxwaziya giştî - hebûna xwestek û daxwaziyek gîştiya bihêz bo avakirina dewletek serbioxwe, yeke din ji fakterên girîng e. ew daxwazî dibe li nav piraniya xelkê de hebe û bi rêya xwenîşandan, mangirtin, hilbijartin û çalakiyên medeniyên din ve bê nîşandan.

- Piştevaniya navnetewî - piştevanîkirina welatên din û rêkxiravên navnetewî, dikare rolek girîng li alîkarîdan û bi fermînasîna dewletek nû hebe da ku xwe li meydana navnetewî de cihgîr bike û cih pê xwe qahîm bike.

- Hebûna rêkxistinên siyasî û civakî - hebûna rêkxirsavên siyasî û civakî yênj bi hêz wek hizban, hêza çekdar û rêkxistinên medenî, dikare alîkarderê rêkxistina xebata rizgarîxwazane û birêvebirina karûbarên welat, piştî avakirina dewletê bide.

- Hebûna çavkaniyên sirûştî û aborî - hebûna çavkaniyên sirûştî û aborî dikare alîkarderê serbixwyiya aboriya welatê nû bie û ji girêdahiya wî welatî bi welatên din kêm bike.

Qonaxên giştî yên avakirina Dewlet-Netwe:

- Hişariya netewî - bilindkirina asta hişariya netewî û seha nasnameya hevpar li nav xelkê de.

- Xebata Rizgarîxwazane - Rêkxistina xebata aşîtîxwazane an çekdarane bo gihîştin bi serbixweyiyê.

- Pêkanîna dewletek demkî - pêkanîna dewletek demkî bo birêvebirina karûbarên welat li dewreya derbasbûn.

- Birêvebirina hilbijartina azad û dadperwerane - birêvebirina hilbijartina azad û dadperwerane bo hilbijartina nûnerên xelkê û avakirina dewleta hilbijartî.

- Bi fermînasîna navnetewî - bidestveanîna bi fermînasîna ji aliyê welatên din û rêkxiravên navnetewî.

Rikeberî û lemper:

Rêgirîkirina dewletên dagîrker - dewletên dagîrker bi hemû hêza xwe rêgirî ji serbixweyiya netewên jêr destê xwe dikin û ew mezintirîn asteng e.

Netebayîya navxweyî - hebûna dijheviya navxweyî li ser pirsa etnîk, ol, siyasî û idelojî, dikare tevgera serbixwexwaziyê lawaz bike û bibe asteng li ser rêya avakirina dewletek yekgirtî ya nû.

Kirîzên aborî - pirsgirêkên aborî, girêdayîbûn bi welatên din, dikare ji şiyana aramî û geşeya dewleta nû kêm bike.

Gefên ewlehî - gefên ewlehî ji aliyê welatên cîran an girûpên terorîstî, dikare bibe sedema nearamî û ewlehnebûna welatê nû.

Mînakên dîrokî:

Hindistan - tevgera serbixwexwaziya Hindistanê bi rêberiya “Mahatma Gadî” bi mifahvergirtin ji şêwazên aşitîxwazane, karî birîtaniyayê neçar bi bicêhiştina Hindistanê bike û bibe sedema pêkanîn û avakirina dewleta serbixwe ya Hindistanê.

Elcezayir - şerê Elcezayir an şoreşa Elcezayir bi hejmarek ji şerên li navbera Firanse û azadîxwazên Elcezayirê ye li dijî dagîrkeriya Firansê ye ku li nvbera salê 1954 heta sala 1962 a Zayînî qewimî û li encamê vê serbixweyiya Elcezayirê bû. Yek ji taybetmendiyên wî şerî, bikaranîna her du aliyan ji “îşkencekirinê”ê bû. Tevî ku hêza Firansê li wî şewrî de bi ser kevt, lê rewş ber bi wî aliyî ve ço ku êdî nekarî rêgirî ji serbixweiuya Elcezayirê bike. Şoreşa Elcezayirê digel şoreşa Firansê û şoreşa Rûsiyê, mezintirîn şoreşeên sedsala 20an bû. Li şoreşa Elcezayirê de 55 heta 60 hezar hêzên serbazî û nêzî milyonek ji xelkê medenî hatine kuştin. Hevdem milyonek Ewropayî ji Elcezayirê revîn û hejmareke zaf ji wan Ewropayiyan ku ti rolek li şer de nebûn, bi sedema guherînên li Elcezayirê û bi sedema dîtingeha xelkê Elcezayir li derheq Ewropayiyan, hatine kuştin û tol ji wan hate hildan. ya balkêş ev e ku xelkê Elcezayirê bi 8 sala xebat li dijî welatekî bihêze wek Firansê, gihîştine serbixweyiya xwe, çimkî wan hemûyan bi tenê yek daxwaz hebû, daxwaza “serbixwebûn”ê.

Encam:

Pêkanîna Dewlet-netewe, proseyek demdirêj û dijwar e ku hewcehî bi têkoşîn û fîdakariyeke zêde ji xelkê ye. Serkevtin li vê proseyê de girêdayî bi gelek fakterên cur bi cur heye ku nabe ti yek ji wan bê piştguhavêtin.