Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat, bi boneya çalakiyên taybet bi 2ê Rêbendanê, spasnameyek belav kir

10:50 - 1 Şibat 2025

Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat bo boneya birêveçon a çalakiyên taybet bi salvegera avakirina Komara Kurdistanê, spasnameyek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Spasnameya Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya birêveçon a çalakiyên taybet bi salvegera avakirina Komara Kurdistanê

Rêvîngên rêbaza tejî şanazî ya Komara Kurdistanê!

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê!

Birêveber û rêkxerên çalakî û rêûresmên 2ê Rêbendanê!

Bi navê Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li derheq birêveçona serkevtiyane ya çalakiyan û rêûresmên taybet bi 2ê Rêbendanê li 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, ji dil ve spasî ji cehda û tekoşîna we dikin û mandî nebûnê bi ve dibêjin.

Tevî ku Komara Kurdistanê wek yekem kiyana siyasî û xwebirêveberiya Kurd, yek ji destkevtên tevgera netewiya Kurd û Hizba Dêmokrat a Kurdistanê ye lê li rastiyê de li rêza yek ji boneyên netewiyên Kurdistanê tê hisêb û netewa Kurd li hemû beşên Kurdistanê, her salê vê bi bîr tînin û rêz ji avakirina Komara Kurdistanê û “Pêşewa Qazî Mihemed” wek yekem Serkomarê Kurdistanê digrin.

Îsal wek resma salên berê û zêdetir ji caran jî, li hemû beşên Kurdistanê û li navxwe û derveyî Kurdistanê û bi taybet li hejmareke zêde ji welatên Ewropayî û Amerêkayê, gelek rêûresim, çalakî, û semînarên teybet bi 2ê Rêbendanê bi rê ve çon ku her yek li cihê xwe de baş û bi wec û naverokên bi nirx bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê, cihê avakirina Komara Kurdistanê, mixabin bi sedema tepeserî û dethilata dîktatorî ya komara îslamî, rê nadin ku bi şêwazeke eşkere û azadane, yada vê Komara mezin bê kirin, lewma li wî warî de erkê bîranîna 2ê Rêbendanê zêdetir dikeve ser milê têkoşerên Rêkxistina Nihênî ya Hizba Dêmokrat ku bi keyfxweşiyê ve hevrêyên me yên navxweyê welat, îsal jî wek salên berê, bi baştirîn şêwazê erkê xwe bi cih anîn.

Cihê îşarepêkirinê ye ku li rêûremên bîranîna Komara Kurdisatnê de gelek ji kesayetiyên siyasî, wêjeyî û huneriyên gelê me, beşdar bûn û germiyeke taybet bi kor û kombûbûnan bexşîn ku cihê balkêşandin û keyfxweşiyê ye.

Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî gotina mandînebûnê, gelek bi germî spasî li wan hemû kesan dike ku li navxwe û derveyî Kurdistanê bo baştir birêveçona rêûresmên 2ê Rêbendana îsal, erkê xwe bi baştirîn şêwazê bi cih anîne.

Bi hêviya bidestveanîna armanc û xweziyên Komara Kurdistanê

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat

12ê Rêbendana 1403 a Rojî