
Çalakvanên medenî û siyasî, kedkarên pişeyî û hejmareke zêde ji xelkê li çend bajarên Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Sêşemî 23ê Rêbendanê, hejmarek ji çalakvanên medenî digel malbatên girtiyên ku sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandinê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq sepandina sizaya bidarvekirinê li rûberûyê girtêgeha Êvîn a rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin. Li vê komkbûna nerizayetiyê de malbata Wirîşe Muradî jî beşdar bûne.
Herwisa kedkarên girêbeskar û pîşeyî yên palavtingeha gazê ya “Fecrê Cem” li bajarê Bûşêhrê, li cihê karê xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên wan ên wek: “nehiştina şirketên girêbestkar, pêdeçon û serastkirina bernameya kertbendiya pîşeyan, çareserkirina pirsgirêka hatinûçona kedkaran û dadperwerî li heqdest û xizmetguzariyan, zêdekirina heqdestan û çendîn daxwaziyên din”, kirin.
Herwisa kedkarên şirketa helandina pola ya “Zobahenê Fûladê Xezer” a Gîlanê li deheq nedana heqdest û hiqûqên wan yên ku 7 heyvan paşkevtiye, nerizayeiya xwe dane xuya û li hewşa vê şirketên de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Hejmareke zêde ji xelkê bajarê Erakê jî bo nişandana nerizayetiya xwe li hember pîsbûn û levitîna hewa bi sedema bikaranîna nefta reş li wizegeha Şazend a wî bajarî, bi hilgirtina plakardan û dana dirûşman, kombûn û rêpîvaneke nerizayetiyê, lidar xistin.
Li bajarê Qezwênê de jî pêşkirên xaniyê “meskenê millî” li derheq nedana xaniyên wan û pirsgirêkên din ên li vê derheqê, kombûneke neizayetiyê li rûberûyê bîna parêzgariya rêjîmê li wî bajarê de lidar xistin.