
Endameke dêrîn a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li temenê 80 saliyê de li devera “Şipîran” a ser bi bajarê “Selmas”ê Koça dawiyê kir.
Roja Çarşemî 17ê Rêbendana 1403 a Rojî, xwedêjêrazî “Hemayîl Rencber” endameke dêrîn a Hizba Dêmokrat li gundê “Kalik”ê, ser bi devera “Şipîran” a ser bi bajarê Selmasê, li temenê 80 saliyê de koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî “Hemayîl Rencber” a ji dayîkbûya gungê “Kalik”ê, li sala 1359 a Rojî de bû endamê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û li pêxema serkevtina tevgera Kurd û armancên gelê Kurd xwe ji ti hewldan û tekoşînekê neparast.
Xwedêjêrazî “Hemayîl Rencber” çendîn caran digel malbata xwe, rastî lêdan, kutan û azardanê ji aliyê caş û bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê hatibû û çendîn caran hatibû îşkencekirin û bi wan sedeman, neçar bibû cihê mal û jiyana xwe biguhere.
Tevî hemû givaşên rêjîmê, xatûn Hemayîlê ti car dest ji helwdan û tyekoşînê ber neda û heta dawî dema jiyana xwe bi rêbaza Dêmokrat wefadar ma.
Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat û kesûkarên “Hemayîl Rencber” û xwe bi hevparê xema wan dizane.