Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 10 nûgihan li bajarê Durûd a Luristanê de binçav kirin

12:48 - 12 Şibat 2025

Îtilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê “Durûd”ê, ser bi parêzhgeha Luristanê, zêdetir ji 10 nûguhanê jêr temen 18 salî yên wî bajarî binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên dije mirovahî yê îtilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Durûd”ê ser bi parêzgeha Luristanê, zêdetir ji 10 nûgihanê ku temenê wan jêr 18 saliyê de ye, bi hêceta hilkirina agir li roja 22ê Rêbendanê, binçav kirine.

Pêka raporên xwecihî, heta niha berirsên rêjîmê ti bersivek bi malbatên wan girtiyan nedane û heta niha jî ew nûgihan ji mafê perêzer û hevdîtin digel malbartê, bêpar bûne.

Herwisa li wan raporan de hatiye ku berwajiyê sozên destpêkî yên hêzên îtilaata spaha pasdaran bi wajokirina soza nivîskî, ew nehatine azadkirin, belku hêj bo wan dosyeyeke berfireh amade dikin û xuya nîne ku dê çi tohmetan bi wan bidin û ti sizayekê bi ser wan de bisepînîn.

Heta niha bi tenê navê 4 ji wan nûgihanan ên bi navên “Pêyman Hacîwend Xusrewî, Emîrelî Hacîwend, Şayan Hacîwend û Omîd Rizayî” hatiye zanîn.