Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên cinayetkare rêjîma Îranê heta rehmê bi heywanên bê zar û ziman jî nakin

11:31 - 13 Şibat 2025

Zêzên hove rêjîmê hejmarek ji hespên kolberan kuştin û hinek jî bi zindî şewitandin

Çeteyên rêjîmê li henga sînorî ya Hencîranê ser bi bajarê Merîwanê, bi awayê rastresat teqe li hespên kolberan kirin û hejmareke zêde ji wan hespan kuştin û hinek jî birîndar kirin.

Pêka rapora “kolber News”ê roja Çarşemî 24ê Rêbendanê, hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê li sînorê Hencîranê ser bi bajarê Merîvanê, bi awayekî hovane û dûr ji hemû exlaqên mirovî, hejmareke zêde ji hespên kolberan dane ber desrêjiya gullan ku li encamê de hejmarek hesp hatine kuştin û hejmnarek jî birîndar bûne.

Herwisa li vê kiryara hovane de, hejmarek ji hespên kolberan ji aliyê wan hêzan ve dest bi ser de hatiye girtin.

Pêka rapora “Kolber News”ê, hêzên hov ên henga sînorî piştî kuştin û birîndarkirina wan hespan, agir berdane hejmareke wan hespan.

Pêştir jî çendîn rapor li ser kiryarên wiha hovane yên hêzên henga sînorî belav bûne.

Bi sedema hejarî û bêdadiya rêjîmê, hejmarek ji xelkê neçarin kolberiyê dikin ku li sînoran de rastî hovanetirîn reftarên hêzên rêjîma Îranê tên.