
Li berdewamiya binçavkirina xoserane û bê belgeya yasayî ya welatiyên Kurd, vê carê jî hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Ciwanroyê, welatiyekî xelkê wî bajarî binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî roja 23ê Rêbendanê, li demjimêrên şevê, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Ciwanroyê de ciwanekî xelkê wî bajarî yê bi navê “Yehya Muradî” bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.
Pêka wan raporan, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bo girtina “Yehya Muradî”, êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd.
Navbirî li 26ê Xezelwera 1398 a Rojî de jî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibû binçav kirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê sedema binçavkirina xoseraneya Yehya Muradî û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî, nehatiye zanîn.
Herwisa roja Çarşemî 24ê Rêbendanê, Diyako Xizrî yê xelkê Şîlanawayê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin. Navbirî mamê şehîd "Şaho Xirzî” ye ku li tevgera "Jin Jiyan Azadî"yê de hate şehîdkirin.