Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê berdewam e

12:01 - 13 Şibat 2025

Rêjîma Îranê li girtîgehên xwe li çend bajarên Îranê de zêdetir ji 4 kes bidar vekirin û girtiyek jî bi sedema pêrenegihîtina pizîşkî canê xwe ji dest da.

Pêka raporên belavbûyî, roja Çarşemî 24ê Rêbendanê, “Mehdî Şebexş Pîrsoranî” û “Teyib Cewadî” yê temen 35 salî ku bavê zarokekî ye, li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê, hatine bidarvekirin

Herwisa rêjîma Îranê li roja Çarşemî 24ê Rêbendanê, kesekî xelkê Efxanistanê yê bi navê “Selman Hemderd” ê temen 30 salî, bi awayekî veşartî û bê hevdîtin digel malbata xwe, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Birûcêrdê, ser bi parêzgeha Luristanê, hatiye bidarvekirin.

Roja Sêşemî 23ê Rêbendanê jî girtiyek ê bi navê “Cewad Kakawend” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Melayirê de hatiye bidarvekirin.

Roja 22ê Rêbendanê, li girtîgeha rêjîmê li girtîgeha Lakanê li bajarê Reştê de jî girtiyek bi navê “Behram Derwîşî” temen 31 salî yê xelkê “Koçisfehan”ê ser bi parêzgeha Gîlanê, bi sedema bêparbûn ji mafê çareseriya dermanî û zêdekirina nexweşiya wî, canê xwe ji dest daye.

Pêka rapoaran, hejmarek zêde ji nexweşan li girtîgehên rêjîmê bi taybet li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê û girtîgeha Şîbanê li bajarê Ehwazê de hene ku hewcehiya lezgîn bi derman û çareseriya pizîşkî hene, lê rêjîmê ev girtiyên nexweş ji mafî tedawî û dermanî bêpar kirine.