Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana nerizayetî li Dêhdeştê berdewam e

12:03 - 13 Şibat 2025

Xelkê bajarê Dêhdeştê xwenîşandaneke berfireh wek serhildanek nû li wî bajarî de lidar xistine û rêjîma Îranê tevî cihgîrkirina hêzeke zêde, înterneta wî bajarî jî qut kiriye.

Zêdetir ji 5 roj e, xelkê bajarê Dêhdeştê, xwenîşandaneke nerizayetiyê li dijî bêdadî û sitema vê rêjîmê lidar xistine û dirûşmên wek “Bimre Xamineyî û Bimre dîktaror” didin û li çend cihan şeqaman de bi agirberdan bi tekeran, şeqam dadixin û li hember hêzêm tepeserker ên rêjîmê disekinin.

Heta niha çendîn welatiyên wî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî û tepeserker ve hatine binçavkirin û qedera wan nerohn e.

Li bajarê Dêhdeştê ser bi parêzgeha Kohgîlûye û Boyir Ehmedê de hejmareke zêde ji xelkê wî bajarî ji 21ê Rêbendanê ve heta niha şevane têne ser şeqaman û dirûşmên li dijî tevawiyeta rêjîmê didin û çendîn caran digel hêzên leşkerî, ewlehî û tepeserker ên rêjîmê tûşî şer û levdan û tundûtîjiyê bûne, lê heya niha xwenîşandana nerizayetiya xwe berdewam kirine.

Rêjîma Îranê ji vê yekê gelek ditirse ku xwenîşandana nerizayetiya xelkê serhildayî yê bajarê Dêhdeştê, berfirehtir bibe û wek serîhildan û şoreşa Jînayê, bajarên din li xwe bigre ku hem vê carê xelk micidtir û bihêztir ji berê ye, û hem rêjîm lawaztir û bêhêztir ji berê ye.

Bajarê Dêhdeştî ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîmê ve hatiye milîtarîzekirin û li ser şeqaman hêzên tepeserker hatine cihgîrkirin, lê xelk li berdewamkirina xwenîşandana nerizayetiyê, micid e û daxwaz û çavnihêriya piştgîriya xelkê seranserî îranê hene û wan tenê nehêlin.