Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîl dibêje hekî hemas hemî barmteyan azad neke, dê şer bi ser Xezê de destpê bike

12:07 - 13 Şibat 2025

Binyamîn Netenyaho serokwezîrê Îsraîl ragihand ku hekî Hemas heta roja Şemiuyê 15ê Şibatê tev barmteyên Îsraîlî ku destê Hemasê de ne bernede, Îsraîl dê agirbestê bişkêne û êrîşê bike ser Xezê.

Serokwezîrê Îsraîl haydarî daye Hemasê ku divê berî 15ê Şibatê tevawî barmteyan bêne azadkirin, hekîne  ferman daye artêşê ku êrîşê bikne ser Xezê û bi vê armancê jî hêzên artêşê xistine haletê amadebaşiyê û danane derdora Xezê.

Ewa di demekê de ye ku kabîna ewlehiya Îsraîl piştevaniya qirara Donald Tramp bo girûpa Hemasê ji bona berdana barmteyên Îsraîlî dike.

Tirampê Serkomarê Amerîka pêştir haydarî dabû Hemasê ku hemî barmteyên destê Hemasê de divê heta nîvroya roja Şemiyê bêne berdan, hekîne lihevkirina agirbestê dê bête hilveşandin.

Wezîrê derwe yê Alman jî haydarî dayê ku lihevkirina agirbesta di navbera Hemas û Îsraîl, bi taveke Mû ve girêdayî ye û nîgeraniya xwe da xuyakirin ku renge agirbest sernegire û carekî din şer û êrîş li Xezê de destpê bike.

Gorî rêkevtina agirbesta di navbera Hemas û Îsraîl de, qirar bû ku Hemas hemî barmiteyên Îsraîlî heta roja 15ê Şibatê azad bike, lê Îsraîl ragihand ku hems li ser cîbicîkirina vê biryarê micid nîne û xwe gîro dike, Hemasê jî Îsraîl bi binpêkirina xalên agirbestê sûçdar kiriye û ragihandiye ku berdana barmteyan sekinandiye.

Gorî wan gefan egera hindê heye ku Îsraîl carekî din êrîşê bike ser xezê û rengê hindê dide Hemasê hemî barmte kuştibin, û tenê nikara rastiyê rabigehîne.