
Li wan çend heftiyên derbasbûyî de ku hatinûçona balafiran bo balafirxaneya Beyrûtê zêde bûye, rêjîma Îranê ew wek derfetek bo şandina diraf bo Hizbullahê bi kar aniye.
Pêka raporên belavbûyî, spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst, zêdebûna hatinûçona balafiran bo balafirxaneya Beyrûtê wek derfetek bo gihandina diraf bi milîsên ser bi rêjîma Îranê bi taybet Hizbullahê bi kar aniye ku ew milîs bikarin xwe pirçek bikin.
Li balafirxaneya bajarê Beyrûtê de hêzn Sûriyê tevî lêkolînkirin û lêgerînên micid û hûr ji rêvîngên ku ji Îran, Îraq û welatên din ên îslamî ve diçin, balafiran jî bi taybet balafirên ku ji Îran û Îraqê ve diçin, bi hûrî vedikolin.
Li vê derheqê de Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku ew cehdên rêjîma Îranê bi armanca birêvebirina êrîşan bo ser Îsraîlê têne kirin û hêzên ewlehî yên Îsraîlê bi micidî lipey wan cehdên rêjîma Îranê kevtine û heta niha gelek cehdên rêjîma Îranê pûç kirine.
Pêka gotina hêzên berveanî yên Îsraîlê, rêjîma Îranê kariye bi rêya qaçax beşek ji alîkariya malî, bigihîne Hizbullahê.
Paşkevta 13 salan a cebilxane û darayiya Hizbullah, Hemas û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê li Sûriye, Lubnan û Xezê de ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibû dabînkiirn ji aliyê Îsraîlê ve hatine jinavbirîn.