
Dayîka Şehîd “Şehriyar Mihemedî” ku yek ji Şehîdên şoreşa “Jîna”yê ye, bo dadgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hate gazîkirin.
Pêka gotina “Mîlad Mihemedî” yê birayê Şehîd “Şehriyar Mihemedî” xatûn “Mîna Sultanî”, dayîka Şehîd “Şehriyar Mihemedî” ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi “teblîx li dijî rêjîmê” hatiye tohmetbarkirin û li derheq amadebûna jinan li rêpîvanan û derketin ber çavê xelkê bê hicab, lêpîrsîn jê hatiye kirin.
Li 27ê Rêbendana 1403 a Rojî ji aliyê taya 101 a dadgeha sizakirin a rêjîmê li bajarê Bokanê, haydariyek bo vê dayîka şehîd, şandiye
Şehîd “Şehriyar Mihemedî” yê temen 30 salî xelkê bajarê Bokanê, li pêvajoya tevgera “Jîna”yê de li 27ê Xezelwera 1401 a Rojî bi teqeya rasterast a hêzên tepeserker ên rêjîmê li bajarê bokanê hate şehîdkirin û termê wî şehîdî, li demjimêrên şevê û bi awayekî dûr ji çavê xelkê, bi axê hatiye spartin.