
Peyama Rêzdar Mistefa Ozçelîk, Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê bo rêzdar Mistefa Hicrî bi boneya koça dawiya “Asiye Hicrî”, xwîşka rêzdar Mistefa Hicrî, wiha ye:
Rêzdar Kak Mistefa Hicrî,
Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Min bi xemgînî bihîst ku, xwedêjêrazî, xuşka cenabê we ‘’Asye Hîcrî’’ xanimê koça dawî kirîye.
Rehma xwedê lê be. Rihê wê şad, cîhê wê biheşt be.
Sersaxiyê ji cenabê we û ji hemû malbata we re dixwazim.
Li gel rêzên birayane
31.01.2025
12ê Rêbendana 1403 a Rojî
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)