Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Amedê, Konferansa 100 salîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd, Hate lidar Xistin

11:17 - 15 Şibat 2025

Bi rêkxistina Kovara Deng û Çarpel Medya TV yê, roja Înê 25ê Rêbendanê, li bajarê Amed, li Hola Konferans a DTSO anku (Odeya Bazirganî û Pîşesaziya bajarê Amed)ê, ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê “PWK”, û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê “PSk” ve, li jêr navê ‘’100 salîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd’’ konferansek hate li dar xistin.

Ew konferansa li jêr navê Şêx Seîdê Pîran, û birêveberiya lêkoler û nivîskarê kurd Seîd Veroj ve hate birevebirin, û yada kesayetiyên wek Xalid begê Cibrî, Yûsif Ziya, Dr. Fuad, Ekrem Cemîl paşa, Hecî Mûsa, Husên paşayê Heyderanî, Îhsan Nûrî paşa, Şêx tahir, Seyd Ebdulqadir, Hecî Axidî, Hecî Mûsa beg, Xalidê Hesenan û …hd, yad û navê wan bi bilind ragirtin.

Herwisa PWK û PSK bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar tevî îşarekirin bi durûşmên wek “Şêx Seîd û hemû rêberên netewî yên Kurdan rûmeta gelê me ne û Şêx Seîd û Xalid begê Cibrî û şehîdên Kurdistanê, banga vekheviyê li Kurdisan kirine” konferanseke berfireh lidar xistin.

Li vê konferansê de hatiye ragihandin ku Şêx Seîdê Pîran û Xalid begê Cibrî îro bi me re dibêjin ku yên ku dikarin li her partiyekê de bibin yek, bila bibin yek, yên ku nikarin bibin yek bila hevkar û hevpeymaniyê digel hev ava bikin, Yên ku nekarin vê bikin bila li nav danûstandin û diyalogan de bin, yên nekarin vê jî bikin bila dujminatiya hev nekin.

Li dawiya vê daxuya hevpar de wiha hatiye nivîsandin: “Bi vê rêyê em careke din didin xuya ku divê Dewleta Tirka cîhê gora Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û 46 hevalên wan, cîhê gora Seyîd Riza û hevalên wî û cîhê gora Seîdê Nûrsî, aşkere bike.