
Li berdewamiya binçavkirinên xoserane a xelkê Kurdistanê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve, 2 ciwanên Kurd ên xelkê bajarên Mihabad û Bokanê, hatine girtin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Pêncşemî 25ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Pêyman Îsmaîlpûr” temen 33 salî û xelkê gundê “Hecîlek”ê ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Hêzên îtilaata rêjîmê li dema êrîşa xoserane û bê belgeyaya yasayî bo ser mala “Pêyman Îsmaîlpûr”, pencera mala wan şikandine û bi awayekî tundûtîj ew binçav kirine.
Herwisa li roja 23ê Rêbendanê de jî welatiyekî Kurd ê bi navê “Omîd Feqî Husênzade”, xelkê gundê “Qumqela”yê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên îtlaata rêjîmê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Ew welatiyê Kurd ku bavê 2 zarokan e, li êrîşa hovane û xoserane ya hêzên îtlaata rêjîmê ku bê belgeya yasayî çobûne nav mala wî, hatiye binçavkirin û heta niha, ji mafê hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûye.