
Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, li derheq pêvajoya meyandina Oraniyomê bi tîratiya zêdetir ji %60 li Îranê, huşdarî da û ragihand ku dema destpêregihîştin bi lihevkirina navkî bi dawî dibe.
Roja Înê 26ê Rêbendanê, “Rafaêl Girûssî”, Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derheq pêvajoya meyandina Oraniyoma bi tîratiya zêdetir ji %60 a rêjîma Îranê ragihand ku rêjîma Îranê bi lezgînî li ser meyandina Oraniyomê bi tîratiya zêdetir ji %60 û nêzîk bi tîraiya %90, berdewam e.
Navbirî ragihand ku rêjîma Îranê li pey 7 qat zêdekirina paşkevta Oraniyomê bi tîratiya %60 ye.
Rêjîma Îranê tevî hemû dijayetî û givaşên cîhanî, meyandina Oraniyonma %60 berdewam dike û nêzî meyandina bi tîratiya %90 bo berhemanîna çeka navkî bûye.
Li vê derheqê de Rafaêl Girûssî ragihand ku rêjîma Îranê li vê heyvê de meyandina Oraniyoma bi tîratiya %60 heta 7 qatan zêdetir kiriye û renge heta heyva bê, paşkevta Oraniyoma bitîratiya %60, bigihîne 250 kîloyan.
Bo berhemanîna her bombek navkî nêzî 40 kîlo Oraniyom bi tîratiya %60, hewceye û vê pêkê, rêjîma Îranê heta heyveke din bo berhemanîna 6 bombên navkî, Oraniyoma hewce, heye.