Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li wan rojên dawiyê de 16 kes li Selasa Bawecanî de binçav kirine

11:25 - 15 Şibat 2025

Li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li heyama çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 16 kesan li bajarê Selasa Bawecanê de ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin û li îdareya îtilaatê de tohmeta “ çalakî li dijî ewlehiya netewî” bi wan dane.

Pêka raporekê ku ji aliyê “Dengê Girtiyan” ve bi zimanê farsî hatiye belavkirin, wezareta Îtilaat a rêjîmê li bajarê Selasa Bawecanî, li heyama çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 16 welatiyên Kurd bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, binçav kirine.

Li destpêkê de îtilaata rêjîmê ew bi endamên girûpên tundajo yên olî binav kiribûn, lê pêka dosyeyên wan, ew bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya netewî” hatine binçavkirin û bi vê tohmetê dosye bo wan hatine çêkirin.

Pêka raporên Cawîd Rehman ê raportêrê berê yê Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarê mafê mirovî li Îranê, li sala 1398 a rojî de zêdetir ji 12 hezar kes û li sala 1401 a Rojî de jî zêdetir ji 30 hezar kes bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî û gelek caran bi tundûtîjiyê ve hatine binçavkirin ku li girtîgehên Îtilaatê de rastî îşkenceyên hovane hatine ku bi vê sedemê heta çendîn salan wan li girtîgehan de radigrin.