Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl cihên stratejîk ên Hûsiyan kirine armanc

11:34 - 15 Şibat 2025

Li êrîşa berfireh a esmaniya Îsraîl bo ser cihên stratejîk ên Hûsiuyan li Yemenê, çendîn wizgeh, û enbar û nvendên neftî yên Hûsiyan bûne armanca êrîşa esmanî ya Îsraîl û xisarên giran ên canî û malî bi Husiyan kevt.

Şeva pêncşemî 25ê Rêbendanê, dehan êrîşên esmanî bo ser wizegeha “Hezîz” li başûrê bajarê Sen’a yê, wizegeha “Dehaban” li bakûrê bajarê Sen’a yê, bajarê qiraxaviyê Elhodeyde, damezraveyên neftî li Reis Îsa li rojavayê Yemenê hatine kirin.

Pêka raporên belavbûyî xisarên giran ên malî û canî bi Hûsiyên Yemenê kevtiye.

Li vê derheqê de Îsraîl Kats ê Wezîrê Bervanî yê Îsraîlê ragihand ku îşev careke din me armancên stratejîk ên Hûsiyên Yemenê kirine armanc û huşdarî da ku destê Îsraîl li her cihekê digihîje wan kes û aliyan ku armanca derbe lêdan bi Îsraîlê hebin.

Herwisa navbirî rû bi Hûsiyên Yemenê ragihand ku em avêtina rakêtan bi Îsraîl û derbelêdan bi hêlên deryayî yên gemîraniya ticarî qebûl nakin.

Hûsiyên Yemenê dawî girûpa mayî ya milîsên ser bi rêjîma Îranê ye ku bi sedema êrîşên Amerîka, Birîtaniya û Îsraîlê kevtine rewşeke gelek aloz û xirab û derbên giran bi wan kevtine.