
Li halekê de ku hiqûqê karmendan 13 milyon û hiqûqên malnişînkiriyan kêmtir ji 12 milyon û kedkaran 11 milyon li bûdceya 1404 hatiye diyarîkirin, hêla hejarî, gihîştiye 35 milyon Tumenî.
Rêjîma Îranê îdia dike ku hiqûqên karmend û malnişînkiriyan %20 zêde kirye û pêka çarta ku rêjîmê bi xwe belav kiriye li sala 1404 a Rojî de hiqûqê karmendên fermî 13 milyon Tumen û malnişînkiriyan, 11 milyon û 700 hezar Tumen hatiye diyarîkirin.
Herwisa pêka amarên fermî yên rêjîmê heqdesta kedkaran li sala 1404 11 milyon û 160 hezar Tumen hatiye diyarîkirin.
Ji aliyê din ve pêka raporên rêjîmê bi xwe, hêla Hejarî li Îranê bi awayê nêvincî li sala 1404 a Rojî de 35 milyon Tumen e.
Ew amarane li bûdceya rêjîmê bo sala 1404 de ne , ew li halekê de ye ku nirxa hewcehiyan piştî bilindbûna nirxa Dolar û Euro li Îranê roj bi rojê zêdetir bûye û li rastiyê de hêla hejarî ji asta 35 milyon Tumenî gelek zêdetir jî bûye.
Pêka wan amarên rêjîmê, hiqûqên kedkar, karmend û malnişînkiriyên fermî li Îranê kêmtir ji 1 li ser 3 a hêla hejarî li Îranê ye.