
Wezareta Xeznînedariya Amerîkayê ragihand ku erkdar e, hinardeya nefta Îranê bi qasekî kêm bike ku ew rêjîma bi tenê bikare her rojê 100 hezar bermîl neftê hinarde bike.
Roja Înê 26ê Rêbendanê, “Sikat Bêsênt” ê Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku li bernameya Amerîkayê de ye, hinardeya nefta rêjîma Îranê ku zêdetir ji yek milyon û 500 hezar bermîl li rojekê de ye, heta astekê kêm bike ku bi tenê bikare rojane 100 hezar bermîl neftê hinarde bike.
Herwisa Wezîrê Xezanedariya Amerîkayê ragihand ku ew bernameyeke Serkomarê Amerîka “Donald Trump” bo givaşa herî zêde bo ser bernameya navkî ya rêjîma Îranê ye.
Sikat Bêsênt li vê hevpeyvîna xwe digel “Fox News”ê, ragihand ku dê hinardeya nefta rêjîmê kêmtir ji %10 a hinardeya pêştir a nefta rêjîmê be.
Navbirî bi tekezî ragihand ku hekî hinardeya 1 milyon û 600 hezar bermîl, heta 100 hezar bermîl li her rojê kêm bikin, dê rêjîma Îranê rastî kirîza aborî ya gelek dijwar bibe.