Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanîngeha Têhranê de xwendekar li hember rêjîmê sekinîne

12:03 - 15 Şibat 2025

Piştî kuştina hovaneya xwendekarî li nêzî zanîngeha Têhranê, xwendekarn dest avêtine kombûna nerizayetî ku rastî êrîşa hêzên ewlehî hatin û zêdetir ji 4 xwendekar hatine binçavkirin.

Piştî aloziyên li zanîngeha Têhranê û êrîşa hêzên hov ên tepeserker û ewlehî yên rêjîmê, 4 xwendekar binçavkirin û reftareke gelek dundûtîj digel xwendekaran kirine lê xwendekaran jî bersiva wan tundîtîjiyan dane û dirûşma bimre Xamineyî didin.

Piştî derbasbûna çend rojan, hêj xwendekaran xwenîşandanma nerizayetiya xwe berdewam kirine û xwendekarên çenîn zanîngehan jî huşdarî dane ku hekî hêzên rêjîmê ji zanîngeha Têhranê dernekevin, ew jî tê tevlî vê nerizayetiyê bibin.

Herwisa li çend cihên din de jî kombûnên nerzayetî bi rê ve çone ku ragihandinên ser bi rêjîmê û Farsî ziman wan nûçeyan sansor dikin.

Herwisa li bajarê Dêhdeştê de tevî milîtarîzekirina bajar ji aliyê hêzên hov ên ewlehî û leşkerî û teqekirinên hewayî û dorpêşkirina wî bajarî, xwenîşandana nerizayetî li ser şeqaman berdewam in û dirûşma bimre Xamineyî li şeqamên wî bajarê de têne dan.