
Bi hilketfa birêveçona serekevtiyaneya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li jêr navê “Kongireya Yekgirtina Dêmokratan”, “KOMKAR”- Yekîtîya Komelên Kurdistan li Almanya, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Ji Bo Sekreterê giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê,
Birêz Mustafa Hîcrî.
Me bi kêfxweşiyê ve bihîst ku partîya we HDK Îran kongra xwe ya 17emîn bi serkeftî pêkanîye û cenabê te dîsa wek Sekreterê Giştî hatiyê hilbijartin.
Kongra we di qonaxek gelek hestyar û nazik da bi serkeftî bi dawî bûye. Ev yek bi taybet ji bo tekoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û ji bo tevahîya gelê Kurd cîyê kêfxweşî û serbilindîyê ye.
Em bi hilbijartina cenabê we, nûnerê kongirê, Pêşmergeyên qehreman û hemû kedkarên PDK-Î pîroz dikin û ji HDK-Îranê ra serkeftinê dixwazin.
Bijî PDK-Îran!
Bijî tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê !
KOMKAR-Yekîtîya Komelên Kurdistan li Almanya.
17ê Rêbendana 1403 a Rojî