
Bi hilketfa birêveçona serekevtiyaneya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li jêr navê “Kongireya Yekgirtina Dêmokratan”, Hêvkarî ya Partiyên Kurdistanî li Almanya, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama Pîrozbahiyê:
Birayê hêja, kek Mistefa Hicrî, Sekreterê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê,
Endamên hêja yên Komîteya Navendî,
Kadîr û Pêşmergeyên qehreman,
Sîlav û rêz.
Bi hestên serbilindî û germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikin bi helkefta 17mîn Kongireya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (Kongreya Yekîtiya Demokratên Kurdistanê) ku di qonaxeke hestiyar de tê ku pêwîstî bi yekrêziya pirtir di navbera hêzên demokrat ên Kurdistanê de heye ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me.
Têkoşîna we ya berdewam, fedekariyên we yên mezin û sekna we ya li hemberî zilm û zordariyê, modela bi rûmet a têkoşîna gelê me ya ji bo azadî û edaletê ye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di van dehsalan de bi hezaran şehîd dane û ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî bênavber xebata xwe berdewam kirine.
Em hêvîdar in ku ev Kongir bibe pêngaveke nû ji bo yekitiya hêzên demokratîk û xurtkirina çalakiyên hevpar ji bo rûbirûbûna kêşeyên ku li pêşiya têkoşîna me ya rewa ne. Herwiha em hêvîdar in ku konferans bigihe armancên xwe yên yekkirina rêzan û pêşxistina stratejiyên zelal ji bo berdewamkirina têkoşîna azadî û mafên netewî yên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê.
Em wek Hevkariya hêzên siyasî yên Kurd li Almanya piştgiriya xwe ya tevahî ji bo têkoşîna we piştrast dikin û em hêvîdar in ku ev kongir bibe destpêkek baş ji bo pêşerojeke geş ji bo gelê me û gaveke girîng di rêya têkoşîna demokratîk a Kurd de.
Ji têkoşîna gelê me ya azadî û wekhevî û edaletê re rûmet!
Silav û serkeftin bo hemû şervan û Pêşmergeyên qehreman!
Silav bo berxwedan gelê me li Rojhilatê Kurdistanê!
Hêvkarî ya Partiyên Kurdistanî li Almanya
21ê Rêbendana 1403 a Rojî