Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirin bi lezgînî li girtîgehên rêjîmê de berdewam e

12:19 - 17 Şibat 2025

Rêjîma Îranê 3 kes li girtîgehên xwe li bajarên Erak , Şîraz û Bêhbehanê de bidar vekirin û girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Elîgoderzê de hatibû bidarvekirin ku nاsnama wî hatiye زان'ن.

Pêka amreke belavbûyî sibêdeha roja Yekşemî 28ê Rêbendanê, girtiyek ê bi navê “Hadî Ferahanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê, girtiyek din ê bi navê “Seîd Cokar” li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de girtiyekî din ê bi navê “Mîlad Ferehmendî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bêhbehanê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye bidarvekirin.

pêka raporeke din a belavbûyî, girtîyek ê bi navê “Yûnis Xêrullapûr” li roja Pêncşemî 25ê Rêbendanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Elîgoderzê de hatiye bidarvekirin.

Rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê wek alavek bo sertkutkirina zêdetir a xelkê Îranê bi kar tîne.