Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina welatiyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e

19:33 - 17 Şibat 2025

2 welatiyên Kurd bo cîbicîkirina sizayên sepandî ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin û bi girtîgehû cihê dûrxistinê hatine veguhastin, herwisa rêjîmê birayê şehîdekî şoreşa Jînayê binçav kirin.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Şemî 27ê Rêbendanê “Ehmed Elîzade”, mamostayê xwedî ezmûn û çalakvanê sendîkaya maostayan ê xelkê bajarê Avdananê, bi armanca cîbicîkirina sizaya 2 sal dûrxistin ku ji aliyê rêjîma Îranê ve bi ser de hatiye sepandin, bo bajarê “Fenûc”ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hate veguhastin û xwe bi dadgeha rêjîmê li wî bajarî da nasandin.

Herwisa li vê rojê de “Şêrko Tabnak” ê girtiyê berê yê siyasî, piştî banghêjkirin bo dadgeha giştî û înqilab a rêjîmê li bajarê Bokanê, bi armanca cîbicîkirina sizaya 4 heyv girtîgehê ya sepandî ji aliyê rêjîmê, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hate veguhastin.

Li roja Yekşemî 28ê Rêbendanê, Cewad Siwarî, birayê şehîd “Fuad Siwarî” yê şehîdê tevgera”Jin Jiyan Azadî”yê, piştî gefgwarin û banghêjkirin bo îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Dîwanderê, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin û li derheq sedema banghêjkirin, tohmetên sepandî û cihê zagirtina wî, ti zanyariyek li ber dest nîne.

Şeîd “Fuad Siwarî”, li 28ê Xezelwera sala 1401 a Rojî li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bi teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîma Îranê li bajarê Dîwanderê de hate şehîdkirin.